|
NİŞTECİH
Niştecihên bajarê mirinê
Kela zembîlfiroş kaniya moso û aşê nebo
Govenda baranêye li Farqînê
Camiya ecem kaniya derge û çola heşto
Klam û stran
Wek mirinên ne diyarin
Zarok bê temenin
Di çil saliya xwede
Kaniya mezin qolekê û ber hebsê
Lê kaniya zazo ! heee heee
Germahiya çavên te min di soje
Di çil saliyaminde delalê
Gaza topê temtemburkê û aşê hecî
Ber tekelê havîngehim bi Ahmet re
Zivistanim di tîrmehê de bi Niyat re
Minara qot kaniya navîn û serê surê
Ciyê mirin û evînê
Palaminarê çar Stêrkim çar stêrk
Şkeft arim li temira Elî me
Di qîrim bê taqetim
Dest sarim şeperzeme
Bê lebatim
Yemlihan ADIGÜZEL
|